Sekretertîya Ewlehîya Raya Giştî ya wîlayeta Guerreroyê, daxuyand ku li Taxa Emliano Zapataya li bajara Acapulcoyê gelek cesed hatin dîtin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ev cesed dibe ku aîdê rêxistinên sûcê bin û di nav hev de hev kuştibin, hat îfadekirin van mirovan hatine kuştin û dûre ji kêkela rê re hatine avêtin.

Polêsa Meksîkayê daxuyand ku ew derheqê bûyerê de tehqîqat dane destpêkirin.

Hêzên ewlehîyê jî ji bona ku şikdar bêne qefaltin xebat dane destpêkirin. (ÎLKHA)