Berdevkê leşkerî yê Ensarullahê Yehya Serî, di daxuyanîya ku ji televîzyonê kir de destnîşan kir ku, ew li ser asîmana wîlayeta El-Beydayê balafireke bêînsan yê hewayê ya ji tîpa MQ-9 a aîdê Emrîqayê ye xistine xwarê.

Serî, di daxuyanîya ku roja Îna borî kiribû de destnîşan kiribû ku ew li asîmanên Marîbê ÎHAyekî aîdê MQ-9 ya aîdê Emrîqayê ku çalakîyê dijminan bikardianît xistine xwarê.

Hat diyarkirin ku ev ÎHA, ji 7ê Cotmehê vir ve balafira pêncemîn e ku xistine xwarê.

Ensarullah daxuyandibû ku ew hefteya borî li Behra Sor destroyera Emrîqayê li Masonê bi fuzeyan hedef girtine û îsabet kirine. (ÎLKHA)