Di bernameya ku li Qada Şûhedayan a Tebrîzê bi beşdarbûna sedhezar mirovan hat lidarxistin de, ji bo Serokkomar Reîsî, Wezîrê Karên Derve Ebdîllahîyan, Melayê Înê yê Tebrîzê Muhammed Elî El-î Hîşam û Walîyê Azerbaycana Rohjilat Malîk Rehmetî ku di qezayê de wefat kiribûn dua hat kirin.
Di bernameya ku sîvîl û rayedarên leşkerî beşdarî bûn de, cenazeyan bi beşdarbûna qelebalixîyekî mezin ji Qada Şûhedayê hatin birin Qada Musallayê.
Merasîmên ku li Tebrîzê bi nimêja cenazeyê û bernameya derbasbûnê dest pê kirin, îro li bajara Qumê ew ê sibe jî li Tehranê berdewam bikin.
Cenazeya Serokkomar Reîsî, ew ê li bajara Meşhedê roja Înê bi bernameyekî bê definkirin. (ÎLKHA)