Wezareta Tenduristî yê Fîlîstînê daxuyand ku 7 Fîlîstînî ji teref îşxalkeran ve hatine şehîdkirin, du jê giran 9 Fîlîstînî jî birîndar bûn.

Çavkanîyên tenduristîyê destnîşan kirin ku Dr. Useyd Kemal Cebbarî ku di Nexweşxaneya Dewlet a Cenînê de pisporê cerrahî ye dema ku diçû nexweşxaneyê şehîd bûye.

Komeleya Hîva Sor, destnîşan kir ku îşxalkeran nehiştîye ku ambûlans û ekîbên tenduristîyê xwe ji birîndaran re bighêjînin.

Hat ragihandin îşxalkeran ji Kampa Cenînê re leşkerên îlawe şandine, pevçûnên di navbera berxwedêr û leşkerên îşxalkeran de hêj berdewam dike. (ÎLKHA)