Yerlîkaya li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û daxuyand ku ji teref Fermadarîyên Cenderme ya Bajêr ve bi navê “Narkoçelîk-18” operasyon hatin destpêkirin.

Hat îfadekirin ku operasyon li bajarên; Entelya, Stenbol, Dîyarbekir, Edîrne, Aydin, Nevşehîr, Çankiri, Agirî, Îzmîr, Osmanîye, Hetay, Edene, Çeneqqele, Çewlig, Xarpêt, Erzîncan û Tokatê bi tevî 210 ekîp û 865 cendermeyan hatin lidarxistin.

Di encama operasyonan de 1 ton û 57 kîlo tiryak û 16 milyon û 218 hezar heb hebên tiryakê hatin bidestxistin, 272 mirovên ku di kuçeyan de tiryakê difiroştin jî hatin qefaltin. (ÎLKHA)