Ekîbên Midûriyeta Şaxa Micadeleya Dijî Terorê, Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze û Şaxa Îstixbaratê ya Midûriyeta Polîsan a Parêzgehê li dijî kesên ku hat tesbîtkirin endamên PKK/KCKyê ne û propagandaya rêxistinê dikin operasyon li dar xistin.

Di operasyonan de 12 şikdar hatin binçavkirin, di lêgerîna li navnîşanan de çekeke bê ruxset, malzemeyên dijîtal, nameyên ku tê de hêmanên sûc û belgeyên der barê bacdayînê de hene hatin bidestxistin.

Xebatên gumanbaran ên li midûriyeta polîsan dewam dikin. (ÎLKHA)