Qeza li herêma Panc Peera girêdayê navçeya Xuşaba Pencabê pêk hat.  Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa  rêwîyan a ku têket vîrajê ji hakimiyetê derket û ji zinar gindirî newalê.

Di encama qezaya ku pêk hat de 14 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)