Bûyer, li nêzê gundê Erensa navçeya Qubîna Êlihê di sehaya Xarzana TPAOyê de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, karkerên İ. D, O. B. ve S. O. ku di fîrmayeke taybet de dixebitin di dema ku xeta ceryanê dikişandin de ceryanê bi wan girt.

Welatîyên ku bûyerê dîtin xeberê ji ambûlans û cendermeyê re şandin.

Di encama kontrola ku ekîbên tenduristîyê kirin de hat îfadekirin ku Î.D. canê xwe ji dest daye, 2 karker jî birîndarin û Nexweşxaneya Dewleta Qubînê re hatin rakirin.

Ji bo otopsî bê kirin cenazeya Karkerê ku canê xwe ji dest daye ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Êlihê re hatin sewqkirin. (ÎLKHA)