Li gundê Laraba Abasaya li herêma Gezawaya wîlayeta Kanoyê di dema nimêja serê sibehê de li gorî lêkolînên ewil ji ber bîdonên neftê teqîn pêk hat.

Di encama teqînê de 11 kesan canê xwe ji dest dan, 17 kesan jî birîndar bûn.

Rayedaran, texmîn dikin ku hejmarê mirîyan wê zêde be û ji ber vê yekê endîşedar in. (ÎLKHA)