Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, li dijî Xezzeyê qetlîam û qirkirina xwe didomîne.

Rejîma sîyonîst ji êvarê heta serê sibehê li herêmên cuda yên Xezzeyê êrîşan li dar xist.

Di êrîşan de xanî û avahîyên sîvîlan hatin hedefgirtin.

Di encama êrîşa ku li En-Nuseyratê  li dijî Fîlîstînîyên ku ji cîhê xwe bûne hatîye lidarxistin de 4 Fîlîstînî şehîd bûn, gelek Fîlîstînî jî birîndar bûn.

Ji nexweşxaneya li Xan Yunisê re cenzeya 9 şehîdan hatin anîtin.

Hat destnîşankirin ku di êrîşa li dijî Cîbalîyeyê hat lidarxistin de jî birîndar bûne.

Hat ragihandin gelek kes jî di bin kavilan de man. (ÎLKHA)