Li gorî xeberên çapemeniya herêmî, di saetên sibehê de li navenda bazirganiyê ya bi navê Marywilska 44 a li navçeya Bialoleka ya Varşovayê şewat derket.

Li ser xeberdayînê gelek îtfaiye, personelên tenduristiyê û ewlehiyê sewqî herêma ku navenda bazirganiyê lê bû hatin kirin.

Hat hînbûn ji ber şewatê tiştek bi kesî nehat lê belê hezar û 400 kargeh bi temametî şewitîn

Tê texmînkirin ku di şewata ku derketiye de nêzî 2 hezar kes bêkar mane, bi milyonan dolar zirara madî çêbûye.

Derheqê sedema derketina şewatê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)