Di daxuyaniya nivîskî ya Cemîyeta Esîrên Filistînê de hat gotin ku, rejîma sîyonîst li Beytullahîm, Cenîn, Ramallah, Kalkîlya û El-Xelîlê êrîşî malan kirîye.

Hat ragihandin ku di êrîşên îşxalkeran de herî kêm 28 Filistînîyên din hatin êsîr girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, hejmara Filistînîyên ku ji 7ê Cotmeha vir ve hatine êsîr girtin gihaşt 8 hezar û 710an. (ÎLKHA)