Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê lehiya li Efxanîstanê de daxuyaniyek da. Di daxuyanîya ku belav kir de hat destnîşan kirin ku lehiyên vê dawiyê li Gozargah-e-Nûr, Jelgah, Nahrîn, Dushi, Baghlan-e-Markazi, Dahna-e-Ghori, Tala-o-Barfak û Barka û her weha li piraniya deverên eyaletê bandor bûne.

Hat diyarkirin ku ji ber lehiyê li parêzgehê herî kêm 300 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Emîrtîya Îslamî ya Efxanîstanê telîmat da hemû rayedar û saziyan ku çavkaniyên xwe ji bo rizgarkirin û alîkariya kesên ku ji lehiyê bandor bûne bikar bînin.

Hat ragihandin ku xebatên ji bo rizgarkirina kesên ku li herêmên lehiyê girtî mane berdewam dikin. (ÎLKHA)