Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Moussa Fakî Mahamat di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku ew, “Ji ber şerê ku îsraîl li Xezzeyê dimeşîne û bû sedema mirina girseyî gelekî” bi fikar e.

Di berdewamiya daxuyaniyê de Mahamat diyar kir ku ew bi tundî "dirêjkirina şer heta Refahê ku yekane korîdora alîkariyên mirovî ye" şermezar dikin û bang li civaka navnetewî kir ku bi hev re tevbigerin. (ÎLKHA)