Kesê ku li ser daxwaza malbatan xwest mîkrofonê bigire û dua bike li Qesra Mihrê ya Zubeyde Xanim a girêdayî Şaredariya Karşiyaka ya Îzmîrê, ji aliyê memûrê mehrbirînê ve hat astengkirin.

Piştî vîdeoyên ku li ser medyaya civakî bertekan hat nîşan dan, Serdozgeriya Komarê ya Karşiyakayê bi îddiaya "Heqaret li qismekî raya giştî kiriye û heqaret li nirxên dînî kiriye" der barê memûrê mehrbirînê de lêpirsîn da destpêkirin. (ÎLKHA)