Îro ji teref  Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Stenbolê bernameya “Mewlida Nebî” ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Cîhadê” lidarxistin. Amadehîyên ji bo bernameyê tev qedîyan û cihê bernameyê û temamê bajêr bi pankart û afîşan hat xemilandin. Bernamaya ku li Qada Mîtîngê ya Yenîkapiyê tê lidarxistin û li ser ekranên Rehber TV û medyaya civakî zindî tê dayîn di seat 14.00ande dest pê kir.

Li qada bernameya Mewlida Nebî hat dîtin ji bo mêvan û ehlê bajêr birçî û bê av nemînin kermes hatiye vekirin û qada bernameyê bi al û bayraqên tewhîdê hatine xemilandin.

Her wisa li qadê hat dîtin ji bo zarokên windabûyî, kesên ku nexweş bikevin û ji bo îxtîyacên din ên însanan kon hatin danîn.

Bernama bi xwendina Quranê ya ji teref Xoce Yasîn Turna dest pê bike û bi xwendina mewlidê berdewam bike.

Di bernameyê de ew ê ji teref Serokê ‘Alimên Filistînê Dr. Newaf Tekrurî û Mehmet Goktaşê Serokê Fexrî yê Weqfa Evîndarên Pêxember ve axavtinek bê kirin.

Ew ê bernama bi xwendina îlahî û ezgîyan berdewam bike û ew ê bi diaya ku dê bê kirin bi dawî bibe. (ÎLKHA)