SNHR ji ber minasebeta Roja Azadiya Çapemeniyê Dinyayê raporek weşand. Li gor rapora hatiye weşandin, ji Adara 2011an ku şera navxweyî dest pê kiribû vir ve heta niha 6 jê pîrek, 9 jê biyanî 717 kesên mensûbê çapemeniyê hatine qetlkirin.

Hat qeydkirin ku ji 2011an vir ve 1358 xebatkarên medyayê hatine girtin, 486 wan hêj nehatine berdan.

Banga berdana kesên ku hatine girtin û sekinandina li dijî kesên xebatkarên medyayê hat kirin. (ÎLKHA)