Carl Skaûyê Arîkarê Dîrektorê Programa Xidayê ya Dinyayê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo rewşa Xezzeyê li gor raporan hişyarî da û got ku, “guhartineke giring çênebe, di meha gûlanê de xela çêbibe.”

Skaû got ku gerek arîkarî n 3 rojan carekê gerek her roj arîkarî bê kirin û  wisa got, “Belê, zêdebûnek, pêşveçûnek heye lê belê ev jî ne bes e. Gerek hecim, çeşîdên berheman zêdetir bibe û hewceyîya me li hevgirîyê heye.”

Skaû diyarkir ku, operasyona leşkerî ya mihtemel a li Refahê, wê zirareke mezin bide gihandina xidayê.

Skau destnîşan kir ku alîkariyên ku niha ji Xezzeyê re têne şandin "ji têra xwe dûr e û dilopek di deryayê de ye." (ÎLKHA)