Qeza li çarrêya Kolana Sakarya û Kolana Akasya ya Meheleyê Selahaddîn Eyyûbî ya navçeya Nisêbînê pêk hat.

Di dîmenên ku ji teref kamerayên ewlehiyê hatin kişandin de tê dîtin ku otomobîlek li kuçeyê ajot û bi motorsîkleteke ku ji kuçeyê derketiye û du kes tê de bûn li hev dikeve.

Ajokarê otomobîlê û welatiyên derdorê ji bo 2 kesên ku di encama qezayê de li erdê ketin bi lez û bez mudaxele kirin.

Birîndar bi ambûlansê hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)