Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Îdareya Weqfan Îslamî yê Qudsê de hat belavkirin hat ragihandin ku, 420 şênîyên Cihû, ji Derîyê Mexarîba (Fas) li Başûrê Rojavaya Mescîda Eqsayê êrîşî Harema Şerîf kirin.

Hat diyarkirin ku komên cihû danê sibehê ketine Mescîda Eqsayê û ev têketin wê piştî nîvro jî berdewam bikin. (ÎLKHA)