Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê hat kirin de hat gotin ku, 2 şîrket û 4 kesên Îranî ku têkilîya wan bi êrîşa sîber a li dijî Amerîkayêh hatiye kirin hat dîtin, mueyîde bê kirin.

Di nava kesên ku mueyîde li wan hatiye kirin de serokê fermandarîya sîberê ya Artêşa Mihafizên Dewrîmê ya Îranê (IRGC) jî heye.

Di cih girtina lîsteya mueyîdeyan de tê wateya sekinandina hebûnên li Dewletên Yekbûyî û qedexekirina hemwelatî û pargîdaniyên Amerîkî ku bi wan kesan re bazirganiyê bikin. (ÎLKHA)