Yapiciogluyê ku bi peyvika “Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm” dest bi axaftina xwe kir, silav li parlementer û Komcivînê kir.
Yapicioglu di axavtina xwe de wisa got:
“Meclîsa Gel a Mezin, 104 sal berê, ji ber ku paytext di bin îşxalê de bû li Enqereyê bi tekbîr, tehlîl, dua û qurbanan hat vekirin. Kesên ku Meclîsê ava kirin, hêvîya rizgarîyê di vê gelê de ku derûnê wan têr paqij, îmana wan jî sipsax bû dît. Ji bo serxwebûneke tam û îstîqbaleke rûmet hatin nav dilê gel û li Enqereyê civîyan. Gel wan mehcûp nekir. Dê zarokên xwe yên yekane ji bo parastina welat seferber kir, ew bi xwe jî çaroxên nigên xwe gulê veguhastin cepeyan. Îman vê gelê li ser heman hedefê de top kiribû; Tirk, Kurd, Ereb, Çerkez û Laz di milê hev de şer kiribûn. Tiştê ku serkeftinê anî bû ew îman û rihê pevretîyê ya ku îman pêk anî bû bû. Bi rastî jî wêneyên ku di vekirina ewil a di Meclîsê de hatiye kişiandin, ev pevretîyê dide dîtin. Dijmin li Entabê, Rihayê, Bidlîsê, Polatliyê hatiye sekinandin,di dawî de jî hatiye avêtin derveya Anadolîyê. Pêkanîna rizgariya milletê ya bi alîkariya Xwedê, pozîsyona millet xurt kir û serkeftina ku li hember cîhana derve bi dest xist, careke din şiyana wî ya diyarkirina paşeroja xwe eşkere kir. Lê dû re pêvajoyeke ku derûn, bawerî û bi rastî gelê ku serkeftinê anîbû, hat danîn aliyeke din dest pê kir.”
"Ez meraq dikim eger wêneyê vekirina Meclisa Yekemîn îro li vir wek merasima 23ê Nîsanê were çapkirin wê çi bertek bihata nîşandan?"
Yapicioglu di dewama axaftinê de wiha dewam kir:
“Ev pêvajoyeke dîrokî, bêhempa û dramatîk e. Ji bo ceribandina asta vê guherînê, eger wêneyê vekirina Meclisa Yekemîn îro li vir wek merasima 23ê Nîsanê were çapkirin wê çi bertek bihata nîşandan? Divê 104 sal ji bo hesabkirina bi bandor bes be. Ev meclîs Meclîsa gel e, reşît e, gerek tu wesayetê qebûl neke. Ev welat welatê me hemûyan e, zêdetirî 85 milyon gelê me ye. Şêweyê dewletê Komare ye. Komar bi hemû rengên xwe hemûya millet e. Loma dewlet aîdê hemû milet e, ne ya komeke xwedî îmtiyaz e.
“Di sala 1917an de dijminê ku li Xezze û Qudsê nehat sekinandin gihişt Edeneyê”
Yapicioglu, anî ziman ku îro cîhan bi êrîşeke postmodern re rû bi rû ye û got ku, "Divê em tesnîfkirinên ji Şoreşa Fransa ya 1789an de mane bihêlin û yekîtiya xwe ji nû ve saz bikin. Li gorî me qebûlkirina jidil a cudahiyên me ne sedema cudabûnê ye, lê bereket û hêza me ye. Zedê wextê me tune ye. Jenosîda li Xezzeyê li ber çavê me ye... Em ji bîr nekin ku di sala 1917an de dijminê ku li Xezze û Qudsê nehat sekinandin gihişt Edeneyê. Divê em xwe nû bikin û vegerin ser koka xwe. Ji bo ku ev tişt careke din neqewime. Em ji şaristana "Du rojê kî weke hev be, ew di zirarê de ye." ne. Hewceye ku em bi hûrgulî tiştê ku me disekinîne analîz bikin, hişmendiyek nû ya pêşkeftina di nav gel de ava bikin, û piştrast bikin ku cûdahiyên me hêzê dide me û me bi destûrek nû û dadperwer ku navendê li ser nirxên ku me çêdike berbi pêşerojek mezin ve dibe. Em dikarin vê bikin, divê em bikin. Ev berpirsiyariyeke dîrokî ye. Bi vê minasebetê ez gelê me yê hêja û nûnerên wî yên hêja bi rêzdarî silav dikim. (ÎLKHA)