Steinmeier di vê zîyareta xwe ya li Tirkiyeyê ya ewil de wê biçe Stenbol, Entab û Enqereyê.

Steinmeier wê ewilî li Gara Trenê ya Sîrkeci ya Stenbolê serdana pêşangeha 'Hesreta li Xurbetê” ya ku li ser koçberiya karkerên Tirk a li Elmanyayê ye, piştre jî di roja duyemîn a gera xwe ya li Tirkiyeyê de wê serdana Entabê ya ku stargeha mexdûrên erdhejê ye bike û dibistaneke ku avakirina wê ji aliyê Elmanyayê ve hat destekkirin.

Hat ragihandin ku Steinmeier di 24ê Nîsanê de li Enqereyê bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.

Hat hînbûn ku Steînmeîer piştî hevdîtina bi Serokomar Erdogan re wê li Enqereyê têkiliyên xwe yên cuda bidomîne. (ÎLKHA)