Li Êlihê li qada mewlûdê ya li kêleka Otogara Nû bi temaya "Rêberê Cîhadê Hz Muhammed" bi beşdariya 10 hezar kesî çalakiya Mewlida Nebî hat tertîpkirin.

Di bernameya mezin a Mevlida Nebî ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Êlihê hat tertîpkirin de evîndarên Pêxember hest û ramanên xwe ji mîkrofona ÎLKHAyê re anîn ziman.

Gel spasiya Weqfa Evîndarên Pêxember a ku çalakiya Mewlida Nebî li dar dixe ji ber xebatên baş kir û destnîşan kir ku çalakiyên wiha bernameyeke xweş e ku yekîtî û hevgirtina ummetê nîşan dide.

"Em dixwazin ku hemû Misilman bibin yek"

Hamdiye Guneş, diyar kir ku piştî 4 salan wê bi kelecaneke mezin biçe qada Mewlidê û wiha got: "Li herêma Mewlidê bûyîn hesteke pir xweş e û ez pir bi kelecan im. Ji duh ve em bi hesreta hatina vê derê bûn. Em hatin vir. Bi xesû û xezûrê min re hatin. Tevî ku xesûwa min di nav nivînan de bû, xwest ku were vir. Em dixwazin ku hemû Misilman bibin yek. Dema em dibînin li Filistînê çi diqewime hundirê me dişewite. Divê serokên ummetê ji bo Xezzeyê tiştekî bikin.

"Em ji bo bîranîna Pêxemberê xwe tên"

Şukran Şîmşek, diyar kir ku ew bi malbatî hatine bernameya Mevlida Nebî û wiha got: "Ez ji biçûkatiya xwe ve têm. Em bang li her kesî dikin ku werin çalakiyên wiha xweş. Em ji bo bîranîna Pêxemberê xwe tên vir. Bernameyeke pir xweş e. Ji bilî vê, li Filistînê û li Xezzeyê Misilman dimirin û jenosîdeke heye. Divê her kes li hemberê hovîtiyê bi hestiyar be. Qet malên heram em nexin malên xwe. Divê em xwîna filistîniyan nedin vexwarin zarokên xwe.”

"Xwedê me ji rêya Pêxemberê me veneqetîne"

Tuba Doyar, anî ziman ku divê her kes were çalakiya Mewlida Nebî û hestên wisa xweş derbas bike û gotinên xwe wiha domand:

"Xwedê me li ser rêya Pêxemberê me bihêle û ji hemû kesên tên vir razî be. Bi baweriya min divê her kes were vir û vê hestê biceribîne. Piraniya xelkê Êlihê niha tên vira qada Mewlûdê û bêsebir li bendê ne. Ji her alî ve xelk bi kom tên vir. Xwedê hejmara wan zêde bike. Xwedê alikarîya xuşk û birayên me yên Xezzeyê bike.”

"Ji Pêxemberê me pê ve tu rêber û rêzanê me tune ye"

Yaşar Ozcan, diyar kir ku ji ber bûyera Mewlida Nebî kêfxweş bûne, lê ji aliyê din ve rewşa Filistînê û belawelabûn a Misilmanan ew xemgîn kirine. Ozcan got, "Em li gorî salên din xemgîn in. Xwedê Teala wê vê roja xweş bike wesîle ji bo rizgariya Îslam û ummetê. Bi taybetî jî Em zarokên xwe tînin ber bûyerên wisa xweş da ku karibin van hestên xweş bibînin û biceribînin. Ji ber ku ji bilî Pêxemberê me tu rêber û rêberek din tuneye. Înşallah emê roja qiyametê bi pêxemberê xwe re bin."

“Nemisilmanan jî bi qasî misilmanan hewcedarî bernameya Mewlida Nebî ne”

Kadrî Şen, anî ziman ku îro ji ber gel ji jiyan û exlaqê Pêxemberê me dûr ketine hemû unmeta Îslamê ketiye bin nîrê zaliman û wiha got:

"Ger însanetî dixwaze ji vê rezîliyê xilas bibe, divê li ser rêya pêxemberê me bimeşe. Ji ber vê yekê hewcedariya me bi bûyerên wildeta pîroz heye. Bi rastî muhtacê kafiran jî wek hemû misilmanan bi bûyerên wiha xweş in. Ji ber ku însanetî di nav dinyayê de winda bûye. Niha em dikarin bi wiladeta pîroz a pêxemberê xwe nirxên exlaqî bi bîr bînin.”

"Xwedê bi milyaket û ebabîlên xwe bibe alîkarê Filistîn û Xezzeyê."

Hasan Ak, diyar kir ku ji hemû cihan mirov tên ber Mewluda Nebî û hevdu dibînin û wiha got: "Em hêvîdar in ku her sal bûyerên bi vî rengî geştir bibin. Xwedê bûyerên bi vî rengî bi bereket bike. Ji ber ku gelek feydeyên wiladeta pîroz ji bo gel heye. Ji her alî ve mirov tên vir û hevdu dibînin. Hatina vir kelecanê dixwaze û em jî bi pir kelecanin. Xwedê bi milyaket û ebabîlên xwe bibe alîkarê Filistîn û Xezzeyê.

"Xwedê ji amadekarên vê bernameyê razî be"

Ayşete Ozdemîr, diyar kir ku wan bûyera Mewlida Nebî pir xweş û bikêr dîtine û wiha got: "Ji ber ku em ji bo wiladeta pêxemberê xwe yê pîroz li vir in û em wî bibîr tînin. Em her sal tên vê mewlûdê û pir xweş derbas dibe. Xwedê ji amadekarên vê bernameyê razî be. Em bi xêre wan têne vir û selewatan ji pêxemberê xwe re tînin. Bi vî şiklî muhebbeta Misilmanan jî bêhtir dibe. Xwedê heqê Filistînîyan ji zaliman ra nehêle û wan zelîl bike.” (ÎLKHA)