Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Wezareta Dewletê yê Mesûlê Afetên  Tabiî yê Efxanistanê Mela Canan Saîk ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Saîk di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji ber lehîyên li gelek herêmên welêt rabûn de heta niha 99 kes canê xwe ji dest dan û zêdetirî 66 kes jî birîndar bûn.

Di berdewama daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin bûyerên mirinê li bajarên Gazni, Paktia, Cuzcan, Farah, Samangan, Perwan, Hilmend û Nangerharê pêk hatin.(ÎLKHA)