Qeza, li bajaroka Kavakliya Korûyê pêk hat. Li gor agahiyên hatin bidestxistin, otobosa rêwîyan a ku di bin kontrola H.K.yê de bû ji kontrola şifêr derket û qulipî.

Di encama qezayê de tevî şifêr 11 kes birîndar bûn. Li ser xeberdayînê gelek ekîbên polîs, îftaîye û tendirustîyê hatin cihê bûyerê.

Birîndar, bi ambûlansan hatin sewqkirin nexweşxaneyên derdorê.

Otobosê ku qulipî bi kêşvan ji wir hate birin.

Derheqê qezayê de lêpirsin hat destpêkirin. (ÎLKHA)