Li ser navê weqfê Koordînatorê Giştî ya Weqfê Cemîl Cahît Unsal rapor xwend.

Unsal got ku wan giringiyê daye alîkariyan li sêwî, feqîr û mexdûrên şer û karesatan belav bikin û çalakiyên xwe bi piştevaniya xêrxwazan pêk bînin.

Unsal da zanîn ku di Meha Remezanê nava welat de bi qasî 6 milyon û 255 hezar û 135 TL alîkarîya xurek, qirtasîye û yên dinê li gelek malbatan hatiye belavkirin.

Unsal da zanîn ku wan bi nirxê 6 Mîlyon û 140 hezar û 350 TL alîkarî li derveyî welat belav kirine.

Li gorî raporê di Meha Remezanê de bi giştî 12 milyon 395 hezar 485 TL hat belavkirin. (ÎLKHA)