Li OSB (Herêma Senayîya Organîze) ya Înegolê di febrîqeya mobîlyayan a ku li Kolana 4emîn e ji ber sedemeke ku nayê zanîn şewat derket.

Li ser agahdarkirinê gelek êkîbên îtfaiye, polîs û ekîbên tenduristiyê hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Ekîbên îtfaiyeyê ragihandin ku dûxan li febrîqeya ku berhemên mobîlyayan lê tên çêkirin ji gelek deverên navçeyê xuya dibe.

Xebatên vemirandina şewatê dewam dikin. (ÎLKHA)