Hat ragihandin ji ber lehîya ku Kazakistanê rabû 5 kes canê xwe ji dest dan û 2 kes jî winda  bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Marat Kocayevê Wezîrê Karên Hundir ê Kazakistanê  ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Kocayev di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji ber lehîya ku li herêma Atrauyê rabû 5 kes canê xwe ji dest dan û 2 kes jî winda bûn.

Hat ragihandin  ji ber lehîyê bi temametî 5 hezar û 718 mal di bin avê de man.(ÎLKHA)