“Tiştê ku Xweda ji me dixwazî ne zêdebûna îbadetan berdewamîya wan e

Endamê Yekîtîya Alim û Medreseyan Mela Abdulqudûs Yalçin piştî meha Remezanê ji bo ew îbadetên ku di meha Remezanê de hatin piştî meha Remezanê jî bên kirin bang li Mislimanan kir û got: “ Hemd û sena ji Xwedê re be ku kir nesîbê me em Remezanê bi şiklekî sihhet û sexlem derbas bikin.Û dîsa hemd jê re ku kir nesîbê me em rojîya xwe bigrin, îbadetên xwe bikin. Em ji Xwedê re çi qas şikir bikin hindik e. Lazim e bê diyarkirin em hêdî hêdî terka wan îbadetên xwe yên ku me di meha Remezanê de dikir dikin. Ev yek xelet e. Lewra lazim e meha Remezanê û îbadetên xwe me di wê mehê de kir tiştekî hînî me bikin. Lazim e em wan îbadetên xwe piştî meha Remezanê jî biodomînin. Lewra tiştê ku Xweda ji me dixwazî ne zêdebûna îbadetan berdewamîya wan e.”(ÎLKHA)