Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber barana ku zêde barîya li herêma Arushaya Tanzanyayê û li herêma Kîtuîya Kenyayê lehî rabûn. Hat hînbûn ji ber lehîyên ku rabûn li Tanzanyayê 58 kes û li Kenyayê jî 13 kes canê xwe ji dest dan.

Hat hînbûn ku li herêmên  lê lehî rabûn bi deh hezaran malbat bê mal man.(ÎLKHA)