Hat ragihandin di pevçûnên navbeyna artêş û Hêzên Piştgirîya Bilez ya li Faşera paytexta wilayeta Darfûra bakur, 25 kes mirin.

Di daxuyaniya ku ji teref rêxistina Parêzerên Rewşa Acîl ve hat kirin de wisa hat gotin, “Di pevçûnên navbeyna artêş û Hêzên Piştgirîya Bilez li mehelleyên rojava yê Faşerê 2 roj e berdewam in de 25 kes mirin, herî kêm 100 kes jî birîndar bûn." (ÎLKHA)