Polîsê îddîa kiribû ku xanima Midûrê Ewlehîyê wesayita kamûyê ji karên xwe yên taybet re bikar tîne, piştî bûyerê li Trabzona ku lê wezîfedar bû hat binçavkirin û hat şandin Bedlîsê.

Polîsê ku bi remza “Bombaci Mulayîm01” li ser medyaya civakî heqaretî li Ortaç Şekerogluyê Midûrê Ewlehîya Bidlîsê û xanima wî kiribû li ser daxwaza dozgerîyê ve hat binçavkirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtîya Bidlîsê ve derheqê mijarê hat dayîn de hat gotin ku, tevî wî polîsê ku medyaya civakî bi kar tîne, 2 polîsên bi navê S.B. û O.Z. ku ji Bidlîsê agahî ji wî re dişandin jî hatin binçavkirin. (ÎLKHA)