Li gor îddîayan, M.Î. yê dema ku li malê sev dixwar sev di qirika wî de ma û ji teref malbata xwe ve li erdê bi bêhiş hat dîtin.

Kesên malê dema ku M.Î. li erdê dîtin midaxeleya ewil kirin û dû re jî zarok birin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.

M.Î.yê ku piştî midaxeleya ewil hat şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Harranê tevî giştik midaxeleyan wefat kir.

Di heqê bûyerê de lêpirsin hat destpêkirin. (ÎLKHA)