Di daxuyanîya nivîskî ya ji teref wezaretê hat dayîn de wilo hat gotin, “Wezîrê me Birêz, di 17ê Nîsana 2024an de wê zîyareta fermî li Qeterê bike. Wezîrê me di çarçoveya zîyaretê de  wê bi Serokwezîrê Qeterê û  Şêx Muhemmed bîn Abdurrehman Al Sanîyê Wezîrê Karên Derve re hevdîtinan bike. Di hevdîtinê de ji xeyrî pêwendîyên dualî rewşa li Filistînê û geşedanên herêmê jî wê bê xeberdan." (ÎLKHA)