Zarokên bi navê Zehra Nart, Ahmet Talha Pulat, Kerem Ulaş, Beren Ulaş, Havva Nur Salkan, Beyza Salkan û Meryem Azra yê ku li Êlihê dijîn, pereyên ku di cejnê de top kiribûn jibo êtîm û mihtacên Xezzeyê bexşî Karwana Hevîyê kirin.
Ridvan Uzumcuyê ku endamê Karwana Hêvîyê ya Êlihê ye got ku ev tevgera zarokan dibe mînakek e mezin.
Uzumcuyê ku diyar dikir alîkariyên ber bi Xezzeyê ve berdewam e di dewama gotinên xwe de wiha got, “Birayên me yên ku umrê wan biçûkin lê tevgera wan mezin e pereyên ku di cejnê de top kirine ji bo bexş kirina zarokên Xezzeyê teslîmî me kirin. Xwedê ji wan razî be.” (ÎLKHA)