Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Yerlîkaya di daxuyanîya xwe de destnîşan kir di tatîla eydê de bi tevahî 4 hezar û 998 qeza pêk hatin. Yerlîkaya di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir di van qezayên ku pêk hatin de 66 kes mirin û 8 hezar û 353 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)