Wezîr Yerlîkaya, li ser hesaba xwe ya di medyaya civakî de daxuyanî da û got ku, li bajarên Stenbol, Edena, Riha, Şirnex, Agirî, Êlih, Bîlecîk, Erzirom, Duzce, Edîrne, Eskîşehir, Entab, Mereş, Kîlîs, Kocaelî, Manîsa, Mûş, Samsun û Sêrtê bi navê “Bozdogan-25” operasyon hat îcrakirin.
Yerlîkaya dîyarkir ku di encama vê operasyonan de 49 şikdar hatin binçavkirin. (ÎLKHA)