Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin qeza li 62yem kîlometreya Rêbeja Bursa-Harmancikê li nêzî gundê Korucak pêk hat.

Di qezaya ku pêk hat de wesayît ji kontrolê derket û li zeviya li kêleka rê wergeriya. Hat hînbûn ji ber qezayê 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Orhaneliyê û Nexweşxaneya Dewletê ya Çekirge ya Bursayê.

Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)