Di qeydên ku hatin belavkirin de tê dîtin Alicia Kearns ku temsîlkara payebilind a muhafezekaran a desthilatdar dibêje ku rejîma Siyonîst qanûnên navneteweyî binpê kiriye û divê welatê wê bêyî ku dereng bimîne, firotina çekan ji bo dagirkeran rawestîne.

Alicia Kearns Seroka Lijneya Hilbijartinê ya Karên Derve ya Meclisa Avam a Meclisa jêrîn a Meclisa Îngîltereyê di axaftina xwe ya li çalakiya xêrxwaziyê ya ku ji aliyê muhafazakaran ve hat organîzekirin de got ku dewleta Îngîltereyê ji parêzerên xwe şîretên fermî yên qanûnî wergirtiye ku sîyonîst qanûnên mirovahî yên navneteweyî li Xezayê binpê kir, lê ev yek eşkere nekir.  (ÎLKHA)