Bûyer li gundê Agaçlideraya girêdayê navçeya Sûra Diyarbekirê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di dema dengdayînê de di navbera malbatên Sayar û Çelîk de ji ber hilbijartinên muxtarîyê pevçûn derket ku ji ber pevçûna ku rû da kesek mir û 11 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)