Li Londona paytexta Îngîltereyê bi sed hezaran xwepêşandêr cara 11em meşeke neteweyî li dar xistin û banga agirbesta lezgîn ji bo Xazzeyê kirin.
Di salvegera 48em a Roja Axê de ku bûye sembola berxwedana li dijî dagirkeriyê, xwepêşander li meydana Russell ya paytexta Îngîltereyê hat lidarxistin.
Xwepêşandêrên ku daketin kolanan bi al û pankartên Filistînê di destên xwe de heta meydana Trafalgar a navenda bajêr meşiyan.
Di xwenîşandana daxwaza rawestandina qirkirin û jenosîda li Xezeyê hat kirin û her wisa hikûmeta Îngîltereyê bi "şirîkatîya jenosîdê" hat tawanbarkirin.
Xwepêşandêr bi pankartên bi nivîsa "Li Xezzeyê komkujî heye", "Baca me sûcên şer ên îsraîlê fînanse dike" û "Dest ji Refahê berde" heta Qada Trafalgar meşiyan.(ÎLKHA)