Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku ji bo dengdayînê hat Mekteba Destpêkê ya Şehîd Îsmaîl Koç a Altindağ Kuzeykent a Enqereyê li sindoqa hejmara 2003yan dengê xwe da.

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê û Wekîlê Entabê Şahzade Demîr jî li heman mektebê di sindoqa hejmara 2023an da dengê xwe da.

Yapiciogluyê ku ji aliyê çapemenî û raya giştî ve rastî eleqeyeke mezin hat, piştî dengdayînê li baxçeyê mektebê daxuyaniyeke kin da endamên çapemeniyê.

Yapicioglu wiha got: "Me dengê xwe da. Hemd ji Xwedê re di xebatên hilbijartinê de hewadîsên cidî çênebû û ez hêvî dikim ku îro di roja dengdayînê de hewadisên cidî çênebe. Di xebatên hilbijartinê de kesên ku bi zimanekî tund bikar anîn jî hebûn. Me got 'Em diçin hilbijartinan, ne şer. Partiyên siyasî reqîbên hev in, ne dijminê hev in. Elhemdulîllah tişteke muhîm çênebûye û ez hêvî dikim ku careke din dubare nebe. Bila hilbijartineke aştiyane çêbibe, bi hêviya ku welat di dawiyê de bi ser bikeve. Jixwe ez ji Xwedê hêvî dikim ku encamên xêrê ji bo tevahiya gelê me û welat be" (ÎLKHA)