Xwepêşandêr li Vîyanayê li ser Kolana Marîahîlferê kom bûn û pankertên ku li ser wan “Ji qirkirinê re na”, “Agirbesta bi lez” û “Filistîna Azad” vekirin û sloganên mîna “îsraîlê qatil, YE qatil û Filistîna azad” avêtin.

Xwepêşandêran bang li rayedaran kir da ku demildest dawî li qetlîama ku li Xazzê tê kirin bê anîn û agirbest bê îlankirin.(ÎLKHA)