UNRWA di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de diyar kir li Xazzeya ber bi xelayê ve tê ajatin rewş di asta felaketê de ye û dû re wiha got: “ Ji bo însan bi şiklekî bê tirs û kuştin karibin xwe bighînin alîkarîyan lazim e rê bê vekirin. A niha ekîbên girêdayê Ajansa Avadanî û Alîkarîyê ya Penaberên Filistînî ya Rojhilata Navîn a Neteweyên Yekbûyî li Xazzê di nav sed zehmetîyê de dixebitin da ku alîkarîyê bighînin wan kesên birçî û feqîr.”(ÎLKHA)