• DOLAR 32.591
  • EURO 34.782
  • ALTIN 2505.43
  • ...
DYE û Ûris li Cenevrê ji bo Helebê tên cemhev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pisporên leşkerî yên DYE û Ûris û diplomat li bajarê Cenevreya Swîsreyê ji bo ku li ser pirsgirêka Helebê bisekinin tên cemhev.

Wezîrê Karûbarên Derve yê DYEyê John Kerry di civînê de diyar kir ku ew ji bo xelaskirina Helebê  hêvîdar e ku dê bê xelaskirin.

Kerry doh êvarê di civîna ku li Parîsê hat lidarxistin de diyar kir ku dê di civîna îro de agirbest pêk were û ji xeynî siwîlan ji bo ku mixalif ji bajêr derkevin û alîkariya însanî bigihêje wir biaxivin.

Her wiha Lijneya Giştî ya Neteweyiyên Yekbûyî jî li Sûrî demildest agirbest were îlankirin. Pêşnûmaya ku ji teref Kanadayê ve hatiye amadekirin di Lijneya Giştî ya Neteweyiyên Yekbûyî ya 122 endaman pêk tê hat qebûlkirin. Bi Ûris û Çînê re jî 13 welat dengdana neyînî dan. Di rengdanê de 36 welat bêlayen man.” (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir