• DOLAR 32.383
  • EURO 35.112
  • ALTIN 2326.35
  • ...
Li Parîsê Sûrî tê axavtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Civîna navneteweyî li Parîsê tê lidarxistin. Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransayê Jean-Marc Ayrault ji civînê re mazûvantî dike. Di civînê de ji xeynî geşedanê li Sûrî ya herî dawî û rewşa însanî ya li Helebê tê axavtin.

Hat ragihandin ku di civînê de mijara ewil Heleb û rewşa însanên li wir e. Ji xeynî Wezîrê Karûbarên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karûbarên Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steînmeîer ji DYE, Îngîlistan, Qatar, Urdun, Erebîstana Siûdê, Emirtiyên Ereban a Yekbûyî jî beşdarê civînê dibin.

Her wiha Nûnerê Ewlehî û Polîtîkayên Derve ya Yekitiya Ewrûpayê Federîca Mogherînî û Koordînatorê Giştî yê Lijneya Bilind ê Mizakereyên Mixalefeta Sûrî Brîta Hagî Hasan jî beşdarê civînê bûne. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir