• DOLAR 32.569
  • EURO 34.707
  • ALTIN 2411.138
  • ...
"Doza Mavî Marnarayê doza tezmînatê nîne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Siyasetmedarên ku di derbarê betalkirina Doza Mavî Marmarayê de daxuyanî dan ji vê biryarê re bertek nîşan dan û destnîşan kirin ku ev Doza Mavî Marnarayê doza tezmînatê nîne.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavûz û Erdal Elîbuyuk, Saziyên Civakên Siwîl, parêzer, mexdûr, malbatên mextulên di êrîşê de hatibûn qetilkirin û gelek hemwelatî beşdarê niştinê bûn.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavûz û Erdal Elîbuyuk di derbarê mijarê de daxuyanî dan. Di derbarê mijarê de Yavuz diyar kir ku Doza Mavî Marnarayê doza tezmînatê nîne û wan vê biryarê wek hiqûqî nedîtine.

Yavuz wiha pê de çû: “Me niştina din bi serokên xwe re şopandibû. Li wir him îtîrazên parêzeran ên di derbarê esasê de hebû him jî serdozgerê dadgehê peymana di nabeyna Îsraîla îşqalker a sîyonîst û Tirkiyê de wek binasî da nîşandan. Wisa xûya dike wekê ku parêzeran jî anîn ziman lijneya mehkemê bala xwe daye ser nbetalkirina mehkemê. îtirazên parêzeran ên mafdar hene. Wek HUDA PAR em jî vê dozê dişopînin. Ev doza cezayê ye ne ya tezmînatê. Em dixwazin bibêjin mehkeme di encama peymana di nabeyna Îsraîl û Tirkiye xwestiye dozê betal bike. Ev yek him ji aliyê hiqûq, him însanî û him jî Îslamiyê ve rast nîne.”

“Êrîşa hanê ye Îsraîla Siyonîst sûcê mirovahiyê ye”

Yavuz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di nav avên navneteweyî de ji bo ku fiîlekî masumane pêk bînin bi sedan aktivîst ketin rê. Di encama vê yekê de ji teref leşkerên Îsraîl ve xwîn hat rijandin. 10 însan bûn şehît, bi sedan însan ji azadiya xwe mehrûm man. Ew qas jî birîndar bûn. Baweriya me ew e ku eleqa vê yekê bi mirovahiyê re tune.”

“Pêwîst e ku Misliman tekoşîna xwe di derdora Mescîdê Aqsa de xort bike”

Yavuz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Çawa dawî li vê dozê tê bila bê dê em tui wextî Doza Mavî Marmara û şehîdên xwe ji bîr nekin û dê em xwedî li wan derkevin. Wek binasî peyama navneteweyî hat nîşandan. Em dibêjin betalkirina vê dozê di wîjdana gel de û di nezera hemî Mislimanan de meşrûiyeta vê yekê tune. Pêwîst e ku Misliman tekoşîna xwe di derdora Mescîdê Aqsa de xort bike.”

“Ev yek ji şehîdan re heqaret e”

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk jî wiha axivî: “Di heyama darizandinê de parêzger ne heqiyan dinirxînin. Lê heke em nirxandineke siyasî bikin ev doz ziviriye berjewendiya siyasî. Rastî perê ku di encama lihevhatina Tirkiye û Îsraîlê de wek bexşîş dan Tirkiyê ji xwe tezmînat jî nebû. Piştî ku embargo nehat rakirin Îsraîlê di nezera gel de kir meşrû. Baweriya me ew e pêwîst bû ku wiha dawî dozê nehatibûya. Ev yek ji şehîdan re heqaret e.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir