• DOLAR 32.551
  • EURO 34.824
  • ALTIN 2429.641
  • ...
"Heleb ciyê tevahiya însaniyetê dimire ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Çewlîgê piştî nimêja înê bi slogana “Helebê ji birçîtiyê mirovahiyê jî ji şermê xelas bike” daxuyaniya ku Saziyên Civakî yên Siwîl beşdar bûbûn hat lidarxistin.

Piştî daxuyaniyê nimêja xeybî û dua ji hat kirin. Serokê Çewlîgê yê Memûr-Senê Mucahît Çewlîk li ser navê komê daxuyaniyê xwend. Çelîk diyar kir ku li Helebê sûca mirovahiyê tê kirin û bi hezaran însan jiyana xwe ji dest dane.

“Li Helebê Mirovahî dimire”

Çelîk di daxuyaniyê de wiha diyar kir: “Heleb dîroka me. Heleb perçeya me. Heleb şewata dilê me. Îro qedera Srebrenîtsayê Heleb dijî. Li helebê Însaniyetî dimire. Xerb dîsa lîstika 3 meymûnan dilîze. Heleb ew cî ye ku îro li wir nirxên hemî însanan û yên însaniyetê dimire. Li Heleba ku li wir dewlet terorê dizivirînin çeka konvansiyonelê bazara canê tê kirin. Mixabin mirovahî hînî vê qetlîamê bûne. Li gelek dewletan wekê ku li fîlîman temaşa dikin wisa li van qetlîaman mêze dikin.”

Çelîk wiha pê de çû: “Êdî Heleb ciyê tevahiya însaniyetê dimire ye. Kî çi behaneyê dibîne bila bibîne heqîqet ev e. Ji ber vê yekê Heleb bi heman şiklê ciyê îmtîhana mirovahiyê ye. Lê însan bêhest, însan eleqedar nîne. Herî zêde bê dengiya Umetê canê me dişewitîne.”

Çelîk diyar kir Xerb ew bûne şahid ku li Bosna, Çeçenîstan, Efxenîstan û Iraqê jî bûne şahidê vê yekê. Dûvre Çelîk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Umet çawa nizane ku ev bûyera ji xwe dûr dibîne nêzî wê ye? Çawa bi şewata di nav xwe de nehesaye? Yên dimirin em in. Yên zulm li wan tên kirin em in.”

“Helebê ji birçîtiyê mirovahiyê jî ji şermê xelas bike”

Çelîk di domahiya daxuyaniyê de wiha diyar kir: “Mihtaciya dilovaniyê, li ber tunebûna edaletê dide. Em bawer in pêwîst e ku çareseriyên bingehî werin kirin. Ev yek jî dema ku em wîjdanên dinyayek adilane têxin hereketê mimkûn e. Ji bo vê yekê jî me dest bi qempanyaya ‘Helebê ji birçîtiyê mirovahiyê jî ji şermê xelas bike’ kiriye.” (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir