• DOLAR 32.381
  • EURO 35.004
  • ALTIN 2326.06
  • ...
Mêrdîniyan qetlîama li Helebê şermezar kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma STKyên Mêrdînê ya ku ji 47 saziyên civata siwîl pêk tê ji bo ji qetlîamên ku li Helebê ji teref rejîm û Rûsyayê ve tên kirin re bertek nîşan bidin daxuyaniya çapemeniyê dan.

Piştî nimêja înê ya ku li Mizgefta Fuat Yagci hat edakirin re  ji bo kesên ku di qetlîama Helebê de jiyana xwe ji dest dan nimêja cenazê ya xiyabî hat edakirin.

“Heleb qedera Srebrenîstanê dijî”

Piştî nimêja cenazê daxuyaniya çapemeniyê li ser navê STKyan ji teref  Eyup Deger ve hat xwendin.

Deger di daxuyaniya ku xwend de destnîşan kir Heleb qedera Srebrenîstanê dijî û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li Helebê însanetî dimire.Dîsa ne xema Xerbê ye.Îro însan, însanetî û nirxên însanî li Helebê tên qetilkirin!”

 “Heleb meseleyeke exlaqê ye”

Deger di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir li Helebê însanetî dimre û însan jî ji vê yekê re bêdeng dimînin.Deger dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bêdengî û xemsariya Xerbê me li Bosna, Çeçenîstan, Afganîstan û Iraqê dît.Lê çawa çêdibe ku haya ummet ji bûyera ku di nav de ye tuneye?Çawa bi wê agirê ku di nav de nahise?Çawa tevlî koma bêdengan dibe?Ê ku tê kuştin em in, ê ku tê eciqandin em in.Ê ku tê xwestin êsîr bê girtin em in.Çima ummeta Îslamê wê stratejiya  ku tê de tunekirina ummetê hedef tê girtin nabîne?Ger ku tweeta ku Trump avêtiye di çapemeniyê ji Helebê zêdetir  cî  bigre  em ê vê pergalê çawa şîrove bikin?Belê meseleya Helebê meseleyeke exlaqê ye.Weke Arakan, Afganîstan, Fîlîstîn, Iraq û Misirê.. Belê çi qas dereng çêbûbe jî xala destpêka îsyana exlaqê ye.”

“Helebê ji birçînan û însanetîyê jî ji şermê rizgar bike”

Deger di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew kampanyeke bi navê ‘Helebê ji birçînan û însanetîyê jî ji şermê rizgar bike’ dane destpêkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heleb bûye mîna hepisxaneê, kampa îşkencê û birçîbûnê.Ji aliyekê bombe dibarin û ji rexê din ve birçîbûn li însanan dide.Demildest divê pêdiviyên van însanan bên temînkirin.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir